Ez Kobanê Me

Views


Divê tariya kor û reş de
Ji goristana sar û bêdeng
Ez bandikim wa mirovahî şiyarbe
Ez keleha berxwedanê me
Ez parekim ji dinyayê me
Henasekim ji jiyanê me

Kobanê me

Dilê min

Dilê min liyane dirêde
Kobanê xemla xwe girêde
Bejin bi kiras û xeftanê
Enî şera kesrewanê
Dilê min
Dilê min liyane dirêde

Li Kobanê
Li Kobanê şer û cenge
Şer û cenge berxwedane
Şerê hebûnê û ne bûnê
Tola Arîna Mîrxan e
Li Kobanê
Li Kobanê şer û cenge

Bijî berxwedane YPG
bijî berxwedane YPJ

Dilê min
Dilê min liyane waye
Keç û xorta çek hildaye
Li himberî top û tifinga
Sînga xwey sipî vedaye
Dilê min
Dilê min liyane waye

De lêxin
De lêxin hevalno lêxin
Pozê tifinga li erdêxin
Ser pişta hespê kumête
Pak bikin axa welête
De lêxin
De lêxin hevalno lêxin

Zor zane
Zor zane, zêr zane
Devê tifinga mor zane
Me sûnd xwarî bi şehîdane
Bernadin
Bernadin axa warane
Ez Kobanê Me Ez Kobanê Me Reviewed by Hassan on 5:17:00 AM Rating: 5

No comments: