Destana Genim

Views






Destana Genim

Malek min 
Ber qurma Dicle û Feratê
Me lê çand libek genim simbil da 
Xêr û bêra dinê tev jê tê 
Dêw û Ehrîman pîlan girêdan 
Enkîdo dan pêş bêbextê rê
Dîsa dixwazin axa me vegrin
Yadê wa dengê lingên wan tê
Dahola şer gurm e gurm e 
Dev la bitin vê meydanê Dev la bitin vê rêbendê
Govend geriya dimedim e
Em bernadin vê dîlanê Em bernadin vê govendê 
Tîr û kevan rime rime
Li Rojava şerî germ e
Li seranserî Binxetê Li zeviyên girên heybetê
Li hûriyan ji paytextê Ji mîtana
n li keytextê 
Ji geliyên ava mezin ta Heşarkê pira hesin 
Hêy hêy tew tew 
Muxlacî zer bûn talanê 
Siwar ketin berxwedanê 
Gurzê zal in ji îmanê

Lêda gêr kir der holanê
Dêrbalûtê ta Qestelê, Digirmanê ta Kendalê 
Ji Gir Helef ta Gir Koçer ji Elokê ta Rimêlê
Ji Til Berek ta Xabûrê li berya Homan û Holê Halehal e
Qada şer toz û kulxan e 
Dev la bitin vê meydanê Dev la bitin vê rêbendê
Rê şopa hespê Hedban e 
Em bernadin vê dîlanê Em bernadin vê govendê 
Li hawir mij û dûman e
Dev la bitin vê meydanê Dev la bitin vê rêbendê
Tola Derwêş e li homan e 
Em bernadin vê dîlanê Em bernadin vê govendê 
Kurdên çê ne li holê ne 
Di Rojava de her malxwê ne
Koçê nakin her li cî ne 
Dara merx in têr û şîn e 
Yê xerab her ser çepel e
Tuxmê revok û zexel e 
Gelparêz in rojhilat in
Apoyî ne tev kelat in 
Dayik in kezebxelat in 
Xweser in xemla civat in
Em bernadin vê dîlanê Em bernadin vê govendê
Koma Botan



Destana Genim Destana Genim Reviewed by Hassan on 11:04:00 AM Rating: 5

No comments: