HALEPÇE
Hey gidî dunyayê!
Dunya bi xweşi û bi zilm
Ma qey tu têra însana na ke?
Te însanê xweş û delal
çê kirî û bi afrandî
bû çi çavê însanan bar û têr na be?
Geh ser te xweş di kin
û geh dûman û ewren reş û tarî li ser te di
Hev dû di qalînin…
Hey gidî însan
bû çi çavê te bar û ter na be?
Ma rû kê dunyayê tera te na ke?
Pêr li Nagasaki û Hiroshima, dûh li Vietnam e, îro li Kurdistan e.
Ma Helebçe hindik e?
Sal 1988 meha adarê, gulê Newrozê disa di bişkivîn
Ewre reş û tarî bi ser Newroza te hatin, bê kef û şahî, bê xweşî
Newroz e dîsa serê xwe bar kirin
u tovê xwe li bera erdê dan
Ji bû carek din di jîn werin
Dîsa bombe û baran.
Her derê girtî mij û dûman e.
Dîsa nale nala birîndaran e.
Dengê dayika tê li ser lorikêwan e.
Bavik bi kedar xwe davêjine ser zarokan e,
lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e..
Hawar Kurdno, hûnê bi kin? Bi lezînin!
Hûnê kaxiz û pênûsekê bi bînin,
bi nivsînin dunya alemê pê bi hesînin!
Serok û rêberên Kurda li hev bînin.
Bila yek bi yek bin, ji halê me Kurda re tiştekî ji dinyayê re bi nivsînin!:
Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin.
Agir li serê me Kurdan dibarînin
________________________________
published by : Hassan Rame
HALEPÇE
Reviewed by Hassan
on
6:20:00 AM
Rating:
No comments: